السبت، 12 ديسمبر 2009

HEWLÊR



Limin bibûre ,
Eger tev li hev bûne,
Girî û ken, di dil minde
hêsir … xwîn û xama pênûsa min
ji sor xwîna di buhara tede
herikî … di herikin …
gewretirîn gotin
li ber gewriya birîna te
neçar û xave … Hewlêr
borîn … giryan …xwîn
hewar … hewar … û
dê çima …?
Ji Şûrê zikreŞiya wanre
Tim dilê me kalan be
Teçi hêvî dikir …?
Ji kojayên pêximberan
Ne dembû tu ji bîrbike… Hewlêr
Li baqên gula … pîroznakin
Cejna Kawayên binpêkirin
Ezdehakê Bexda
Bibûre li min Şehîdamin
Nizanim … dikenim an digrîm
Ken û girî …
li warêmin her giriyane …
Hewlêr …
guve guva babagurgur
di dilmede
nayê dengê pêximberan
xwedan bi gewriya xwe
di nav golên xwînêde
bê denge … lale !
parpar û weŞyaye îro
tenha mirin di kene !
marên qûmistanan di kenin !
bela bi kenin kûr kûr bi nerin !
peyalên Şahiyê… li hev bidin
pîrozbe …ji tolazan re
bi hêsir û xwînê
cejname xemilandin
germ … germ
hêsirên dayikên me… herikandin
volkanên zikreŞiya xwe
di dil me de teqandin .
megrî … Hewlêr
di nav yek alêde
himbêz bike Şehîdên xwe
vexwe xwînê
ne yekem care
em vedixwin xwînê
vexwe Hewlêr
û em dê vexwin xwînaxwe
emin yên di zanin
bê dengiya Şehîdan pîrozbikin
û ji sor xwîna pîroz ,
Şemalên azadiyê vêxînin
Bela bikenin kojayên te
Qirêjin … gemarin .. giyan erzanin
Ber mahiyên cenga Besûs
Nevyên Mûseylema … û Hecacin
Di bejna Şevêde Şîn hatin
Ji hinavê tariyê der hatine
Bihna buhara te kirin ;
Refên perwaneyan
di ezmanê çavên tede dîtin
rûkeniya rojê
bi ciwaniya tere bi hîstin
tirsa herifandina kelehên xwe
li ber xum xuma
çem û kaniyên te kirin
birîndarin îro
kojayên pêximberan
Hewlêr … Hewlêr
di dojehê ji boy me
ji xwedan bi dizin
bermahiyên qirêja dîrokê
reŞkên Şevê
ji kuŞtin û xwînê pêve
çi di zanin …?!
De bele… hewar hewara
Perwaneyên sînemê
Zêwa … Zîlan … çar çira
Bighêje çiyan
Hêlînên dorpêç kirî
Bi bumbe û mayînan
Ji kendavê faris
Ta derya sipî ;
Giyanê hezar hezar Şehîdan
li ser giriyane…li xwîna
Hewlêr civîne
tewan bare … tewan bare
yê ji civîna Şehîdan bi mîne
ne bese …
em neviyên hezar ŞoreŞ û
hezar hezar Şehîdane
borîna dayikên me
li ezmanê hefta deng vedaye,
lehiyên xwînê ,
di gewriya xaka me de zilindare
di nav qîlên barçemokande
yeko yeko
rengên mirina me diyarin;
ax … ax
bi qurbana
dest û pêdanên
pêŞmergeyên welatê xwe me
dema em têde
ne dema girî … hêsir û xewnaye
dema em têde
kurte dema
nav bera roj û Şevêye
vedizîna rûkeniyê,
ji nav pencên tarî Şevêye.
Hewlêr kurdistane
Hewlêr xwînistane
Hewlêr Şehîdistane
Hewlêr Helebçe … enfal
û kojtarên bê jimarin
Hewlêr ev dema bersiv dayîna
hêviyên hezar hezar Şehîdane …

ليست هناك تعليقات:

إرسال تعليق