السبت، 12 ديسمبر 2009

Festîvala xwînê

helbest







Festîvala xwînê






kurdyar dirê,î




















Diyarî




Ji ewan rêwiyên li pey buharên wenda çûn û venegeriyan yên dawerivî rojê bûn û ditarî jiyana mede bûn şemalên rêça azadiyê ronî kirin û ji rûmetiya hêsirên dayikên Pakrewananre xwîna xweyî rijiyayî li ser evan rûpelan diyarî dikim.






















HEY ŞEV




Bê denge Şev
Sitêr disincirin
Perçeyên ewran li asoy
Hin sor … hin tarî
Di bejna şevêde
Avjeniyê dikin
Gelo … ? !
Di vê şevêde
Di vê xweşyêde
Di vê bêdengî
Û romansiyetêde
Çend perîŞan
Birçî … bê Şîv xew dikin
Çend keştiyên rizyayî
Ber bi mirnêve di çin
Çend perwane
Di nav qîlên barçemokan de
Di lerizin …!
Hey Şev
Çend sitêrên nû
Ji welatê çiyan
tev li sitêran dibin …
min bi wêneyên xwe nexapîne
ma evîndar
di bejna tede hene
an rû li ken peydadibin
û ger peydabibin
ew kîne …?
Sibê tê biçe … hey Şev
Û ger tu biçe
Çi bîranînan ji rojêre bêjim …
Ji bilî
Çîrokên cin û lawiran
Û reŞkên
Di bejna tede min dîn kirin
Ta min bawerkir
Jiyan hemû
mîna tariya te tariye
çi bîranînan ji rojêre bêjim
Hey Şev …?
Dengê giriyê birçiyan dikim
Dengê poŞmaniya keŞtiyan dikim
Dengê ahîna perwaneyan dikim
Dengê …liv liva
Agirê sitêran dikim
Tu pir giran bûye hey Şev
Bê reng û bê bîn bûye
Mizgîna azadiyêye
Tê biçe hey Şev
Tê b… i … ç… e …!













KURDYAR ĢIYE



Hêsirên çavên zînême ,
şÎniya feqê teyran
serxweşiya cezîrî
di evîna selwade;
cegerxwîniya
cegerxwînê ceger bixwînim.
sêng û dilê xwe diçirînim
kaniyêd xwînê
sor sor diherikin.
biser
Tîbûna
Kulîlkên di dil wede
Ez tînim,
Hela werin
Li dîlana mirinê
Di dil min de bimeyzînin,
Ne helbestvanê
Şevêrkên germim
Û himbêz erzanim.
Ne donkîşotim bi tîpanre
Li Tevliheviya gotinan nagerim.
Bi erzanî pesnê dayinên
Ser darên ne mêrxasin nadim.
Perçeyek
Ji agirê dojeh.
Diliv live
Li hinavê mirovên
Bê dostin … jiçiyan pêve
Pênûseke xame xwînim.
Sibeha min
Rûkeniyeke bişerm
Nerîneke evîndar
Ji awirên keçeke mîdiye
Nîv roja min
Tengijîna girtiyekî
Li nav çar dîwarên
Bê dem salin .
Ji zivistanan pêve ,
Êvara min ...
Tevliheviya pertewa rojê
Û civîna tarî ewran
Li asoyî xewnane .
Şeva min ,
Qêrîna evîndaran
Di rûyê bê dengiya liser
Dest di rijiya,
Li sênga dil beran dibin .
Ber banga min ,
Kêferata dil û pênûsamin,
Vegera rojê
Rûkenî ... û awirên keça mîdiyî
Evîndare .
Hêsirê çavê zînême
şÎniya feqê teyran ,
serxweşiya cezîrî,
di evîna selwade .
cegerxwîniya
cegerxwînê
ceger bixwînim …



HEWLÊR



Limin bibûre ,
Eger tev li hev bûne,
Girî û ken, di dil minde
hêsir … xwîn û xama pênûsa min
ji sor xwîna di buhara tede
herikî … di herikin …
gewretirîn gotin
li ber gewriya birîna te
neçar û xave … Hewlêr
borîn … giryan …xwîn
hewar … hewar … û
dê çima …?
Ji Şûrê zikreŞiya wanre
Tim dilê me kalan be
Teçi hêvî dikir …?
Ji kojayên pêximberan
Ne dembû tu ji bîrbike… Hewlêr
Li baqên gula … pîroznakin
Cejna Kawayên binpêkirin
Ezdehakê Bexda
Bibûre li min Şehîdamin
Nizanim … dikenim an digrîm
Ken û girî …
li warêmin her giriyane …
Hewlêr …
guve guva babagurgur
di dilmede
nayê dengê pêximberan
xwedan bi gewriya xwe
di nav golên xwînêde
bê denge … lale !
parpar û weŞyaye îro
tenha mirin di kene !
marên qûmistanan di kenin !
bela bi kenin kûr kûr bi nerin !
peyalên Şahiyê… li hev bidin
pîrozbe …ji tolazan re
bi hêsir û xwînê
cejname xemilandin
germ … germ
hêsirên dayikên me… herikandin
volkanên zikreŞiya xwe
di dil me de teqandin .
megrî … Hewlêr
di nav yek alêde
himbêz bike Şehîdên xwe
vexwe xwînê
ne yekem care
em vedixwin xwînê
vexwe Hewlêr
û em dê vexwin xwînaxwe
emin yên di zanin
bê dengiya Şehîdan pîrozbikin
û ji sor xwîna pîroz ,
Şemalên azadiyê vêxînin
Bela bikenin kojayên te
Qirêjin … gemarin .. giyan erzanin
Ber mahiyên cenga Besûs
Nevyên Mûseylema … û Hecacin
Di bejna Şevêde Şîn hatin
Ji hinavê tariyê der hatine
Bihna buhara te kirin ;
Refên perwaneyan
di ezmanê çavên tede dîtin
rûkeniya rojê
bi ciwaniya tere bi hîstin
tirsa herifandina kelehên xwe
li ber xum xuma
çem û kaniyên te kirin
birîndarin îro
kojayên pêximberan
Hewlêr … Hewlêr
di dojehê ji boy me
ji xwedan bi dizin
bermahiyên qirêja dîrokê
reŞkên Şevê
ji kuŞtin û xwînê pêve
çi di zanin …?!
De bele… hewar hewara
Perwaneyên sînemê
Zêwa … Zîlan … çar çira
Bighêje çiyan
Hêlînên dorpêç kirî
Bi bumbe û mayînan
Ji kendavê faris
Ta derya sipî ;
Giyanê hezar hezar Şehîdan
li ser giriyane…li xwîna
Hewlêr civîne
tewan bare … tewan bare
yê ji civîna Şehîdan bi mîne
ne bese …
em neviyên hezar ŞoreŞ û
hezar hezar Şehîdane
borîna dayikên me
li ezmanê hefta deng vedaye,
lehiyên xwînê ,
di gewriya xaka me de zilindare
di nav qîlên barçemokande
yeko yeko
rengên mirina me diyarin;
ax … ax
bi qurbana
dest û pêdanên
pêŞmergeyên welatê xwe me
dema em têde
ne dema girî … hêsir û xewnaye
dema em têde
kurte dema
nav bera roj û Şevêye
vedizîna rûkeniyê,
ji nav pencên tarî Şevêye.
Hewlêr kurdistane
Hewlêr xwînistane
Hewlêr Şehîdistane
Hewlêr Helebçe … enfal
û kojtarên bê jimarin
Hewlêr ev dema bersiv dayîna
hêviyên hezar hezar Şehîdane …





WÊ WERE EW ROJ




Şîndana dara Şîniyan
Liser dêmên te
ji xume xuma pêlên
xwîna çavên te ye … evîn
evîn … tarî Şevan
Şax û rehên xwe
Di dil te de … kûr kûr vedane
Hêsira me ke … neke Şîn
Liser rûyê rojê
Binûse xewnên xwe
Û megrî …
Bela çavên birçî
Nebînin giryana te
Awirên dilên erzan
Pîroziya rondikên evîndariya te
Qirij mekin evîn
Wê were ew roj
Wê were evîn
Bîna buharan … evîna jiyanê
Ji nava herdû çavên
Bi mij û dûmanin … vejîne
Bûhara dil
li bin pêdana Şevê
me sojîne …
me pêçe dil bi neçariyan
Şînî li bejna te nayê evîn
Wê were ew roj
Şeydayê evînate
Dara Şîniyan
Dê biweŞîne … li ber lingê te
Te tev li destanên evîndaryê bi ke …
Evîndaryê bi ke evîn …
Evîn … kerwanekî eŞqême
Rêwiyê li pey rûkeniya te
Sayî kirina ezmanê çavên te
Jîndarê ji boy
Nûjen kirina jiyana te me
Evîn …
Wê were ew roj
Bê tirs ... bê girî … bê fedî
Tê bêje min … dilê min
ûEz dê bêjim
Azadî çendî xweŞe …evîn
Wê were … wê were ew roj …







TENAHî


Dîsa tenha
Di tenahiya Şevê deye
Li ber wî qehweyek tal
taltir ji talbûna demê
di nav pêçiyên lerizîde
çixareyek bîn çikyayî
dû jê dikiŞe .
valahiya ezman
bi Şîniyêd dilekî westyayî
dor peçdike.
li jor …
sincrîna sitêran
mij û dûmana di çavande
vediçirand ,
bîr anînên dûr
ji ewan deŞtên
rewa û xunav girtî
bi Şerm bi ser dêmande
ber bi lêvên ziwabûyîde
dikiŞiyan .
Şorbûna têkçûnan ,
Da diqurtand .
Zîz di bûn lêvên westyayî
Giran giran .
Tiliya xwe li nav sitêran
Di bir û di anî
Di valahiya ezmande
Wêneyê zeriyekê di kêŞa
Wêneyê zarokekî
Mezinbûyê
Çolan …û kolanên ji bîr boyî
Belavbûyê navbera sînoran
Di kêŞa … !
Di hinavan de arek
Hezar hezar omîdên weŞyayî
Bi giryane dil …
Giryana dil
Li çi rojan… çi bîranînan
Xwînê di barîne …?
Li asoyî dûr
Di ber rûyê heyvêre
Sitêrek hate xwar.
Ji nava pêçiyan
Çixara ji bîr bûyî
Xwelî weŞiya .
Ji wê Şevê de ,
Şevê hogirê xwe ne dît
Li dema xilmaŞ di bû
Li ber tîna havînan
Ahîna dilekî
Û xum xuma deriya
Ji ber guhê wî ne di çû … !












DILÊ TE




Ji min waye
Dilê te …
xuŞe xuŞa aveke nazî
ciwane .
bi tirs ezê bêm
avjeniyê têde bikim
durr û laleyên ne diyar
bibînim û biçim
min nizanîbo
dilê te … deryake harî dîne ;
bi pêle
lewra bin avbûme
ajdehayê evînê
min bi ber hinavan de
dikiŞîne ,
hino … hino
di kûrahiya dilê tede
wenda dibim
hewar … hewara …
dilê mine
ma kî :
qêrîna miriyan dibihîse …?
Wendaye dilê min
Çi bikim …?
Ji min waye dilê te
xuŞe xuŞa aveke nazî
ciwane …











ŞOREŞGER ÇINE …?




Çemên mezin di zanin
Dawiya rêwitiya wan
Di hinavê
derya Şorî tarî deye ;
lê her bi xume xum
di herikin
jînê li zemînê
belav dikin,
lewra
ne giringe bêjim
ŞoreŞger … çine …?





REWŞEK



bin avî derya jiyanê dibe
bi neynûk û diranan
sînga neçariyê
diçirîne …
Şîniya dil
Tev li Şîniya Şevên dirêj
Şevên bê deng … bê reng
Bi peyalên meyê
Dûmana çixaran
Di herifîne ;
Di ber bangêde
dema soriya asoy
li sorbûna çavan dide
peyalên meyê vala dibin
li Şûn meyê … hêsir tijî dibin
hêsirên xwe vedixwe !
ta … kes rûmetiya wan
talan neke ?
Û rû likeniyeke xemilandî
Bi rondikan
Liser …
Dêm û lêvan dikêŞe
Di berxwede dihim hime
Nepeniyên Şevê
Ji Şevêre dimînin .
Navbera min û rojêde
tiŞtekî … diye
bi xirecira bajêre
tenahiya wî hingav dibe
hêdî hêdî .
ji ber pencerê dûrdikeve
ta Şeveke din
pir tiŞt hebe
bêne guhertin
û hebe …
eynî Şevê vegere
pênûsamin … ?!

ÇAV REŞA MIN



dema çavreŞa mîdî
li himber min hat
hîr hîra hespê
evîndarekî destanî ,
zindana sînga min di herifand .
li pêlên xwînê di da
bêrya evîndariya evîndaran kiribû .
evîndarî … kaniya evînê
li himber xwe dî
diliviya … bi livandina wêre ;
laŞê min
qeyikek bê bavan
di dînbûna deryade di lerizî
di neynikên xwedayîde
awirêd min
du laçîn û li pey
razeya afirandina wê sorgulê
firyane … firîn .
bê dengiya xuristê
berya bahozê bê deng mame .
ne mêjî
naziya awirên kaniya jiyanê
Şev hat û heyv hate der
Di bîbikên westyayî de
Ronî da … û min ew ne dî ;
Yekem carbû
Xwedan di bîr minde hat
Û min gazinî xweda kir
Hey xwedan :
Eger Şiyar bûna sibê
Ji boy min hebe
Hêvî dikim
liser dengê evê rû kenêbe !
Şiyar bûna min
bi cî hate banga min
lê liser qêrîn… û
olana fîŞekan
di sênga çavreŞa min de…!

HEY …?


Her emê hev bibînin
Hebe …
Di buharekêde
Di zindanekêde
Di bejna çiyakîde
Di nav gotinên helbestekêde
Hebe …
Di goristanekêde
Bê guman …
Emê hev bibînin
Ma tu nizane
Dêrsim …
Çar çira
Helebçe
Tîna sînemê
Perwaneyên sotayî
Di hinavê xwede
Min ji bîr ne kiriye …?!


GIRYANA EVîN




Bo çi evîn
Wa di dagirî
Sor gulên dêman
? Bi Şorbûna hêsiran ziwadikî
Dev û lêvên tey Şêrîn
ji bilî Şîniyan
hew di axivî
di dil tede
buhar û awaz û ken bûn
îro …
li himber xwe dibînim
pîre jinek
dijwariya jiyanê
konê derdan
! bi serde dakirî
b.je min evîn
ji mêjde dûrim
ji van waran
evan deŞtan
çi sirûdên nû
ji tere xwendî
ta ewqas bê dil bûye
guh nade axavtinêd min
min dide ber
pêlên, guman û ramanan
can di sojî
awirin tûj li asoy veda
awirin tijî dûman
gote min … QamiŞlo
û dîsa … da girî …!




ERÊ CÛDÎ



Erê Cûdî
Hemû dem sal
havîn … payîz
zivistan û buhar
bi xwedêke bêje
ji dem sala Şehîdan pêve
Çi dem sal …?
Ciwaniya te
Di bîr tede tîne Cûdî
Erê Cûdî
Ji bûyînêde
tu li Dicle di nere
tenha tu dizane
rewŞa Dicle `awaye
bi xwedêke bêje
jidem sala Şehîdan pêve
di `i dem salêde…?
Dicle rûliken dîtiye
Erê Cûdî
Di himbêza te de
Destana ahîna du dilan bû
bi xwedêke bêje
ji dem sala Şehîdan pêve
di `i dem salêde…?
Memo- zîna xwe himbêz kiriye …
Erê Cûdî
Îro Qami\lo
Bi xeftanekî sor
pê\waziya
dem sala Şehîdan dike
bi xwedêke bêje
û ger tu bêje
Ti `i jiminre bêje Cûdî
Û qami\lo ji xwînê pêve nedî
Gelo …
Dê rû liken bibe dîsa … Cûdî …?







HÊJayî rojêne em




Erê can. … deme
Deme
Serma ji ser dilêmin biÇe
Şev ji min bigere
Tev li tenahiya min nebe
Tenha carekê
Meyê vexwim û
tev li peyala min nebe
li Şûna te … li ser sênga min
xew neke ;
xwe hemtayê
dildariya te nebîne
bê Şerm
hêsirên xwe bilorînim
xwe rêhevalê
ahînên min nebîne
ne evîndarê tariyê me can.
lê bê jiyanim îro
Û jiyan ,
Liser du lêvên te xew dike …
Bihejîne
Bihejîne du lêvan
Dinav lêvê minde
Eksîra jiyanê bide min
Bimije û ez dê bimijim
Ta xwîn bête der !
Du can … di yek canîde
Dawerivin
Roj di nîva Şevêde hilê
Canî canan
Bela Şev li tariya xwe vegere
Ez û bi minre
sariya dil bêne sotin
ronahî li sahiya
Çavên min û te vegere
Bihejîne du lêvan … canê
Em jî hêjayî
R…o… j … ê… n… e…!


MÎDYA




Dema min tu dît
rûyê xweda
diherdû çavên te de
. rû liken min didît
xanima min
tu li kube … jibîr meke
heye li vir evîndarek
tu tim di dil wîde dijî
Şevê pêde dinûse helbestan
! û pênûs xamê ji hêsiran dibarîne
Dema min tu dît
Ji nava dilêmin refên kevokan
Firyane … firîn
Buharek li ber min vejî
Kesk û sor û zer
Şemala gulan têde
Bi ser herdû lêvên tede daweşî
Roj ji nava du sêvan hilat
û li nîva dilêmin rahejî …
Li nava ristên xanê û cezîrî de
Li dermanê
serxweŞiya evîndariya te geryame
Zîn û selwa
giryan … û gotin
: ey evîndarê jiyanê
hêsiran ji çavan daweŞîne
av bide dildariyê
bi ê\ û nalînan talan bike
Şev tariyên tenahiyê
Dema min tu dît
Anahîta min himbêz dikir
.. gote min : hezbike
min go: nikarim …
… gote min:hezbike
… min go : nizanim
... gote min :hezbike
min go: hejarim …
gote min : ey lawê …
cezîrî … xanê û ceger xwînê nemir
bi navê mîdiya hezbike
ne gihabûme bilbilekî Şeyda
û fîxan hate der
ey xwedana evînê
can … cerg û dilê min bi qurbanin
li bin pêdana heskirinê …!!!
BAKUREVÎNÊ


Ango.. di himbêzatede
Awirêd min dûr dûr
Mîna kevokin terqiyayî
Hêlîn wenda kirî
Ber bi nediyariyê ve
Di leylana xewnan de
Bin avî naz şahiyê dibûn
Di vemijîna
Lêvên te bakur evînêde
Canê min
Hezar perçe can û
Dem… li bamin
Mijek , dûmanek ,
Valahiyeke bê pîvan
Xuyadibû …
Vehejîna rondikan
di çavên tede
nagehiya tirsa dilête û
peyvên ji bîr min naçin
kurdyar …!
ez birçiya hezkirinê me
çi bikim
bi heyva li paş ewran
şemala wê ne jiminreye
çi bikim
bi nerîna li stêreke dûr
yek ahînêd min venakuje
ez girtiya naziya dilête û
vegirêdaneke bê wate me
* * *
Dinya li min şanoya
Hunermendekî
Bê ensaf û tewtewe
Rêveçûna ahîn û
sotina hêvî û dilan
xuyadibû
te ez sipartim
şev tariyên bi serminde
bi ser têkçûnêd minde
xûzdibin
min sergeştek û
li nava stêran digerînin
navin ne diyar li şûn
diyar navên stêran datînim
waran tevlihev dikim
ez dê bihelwişînim
dozana gerdûnê
bela xwedan ji nûve
saz bike… cîhan û zemînê
pir tişt hebûn
me nekirin
pir gotin hebûn
me negotin û
ez nikarim … nikarim
razî bibim
bivajî zagonê…
şevan pêde
navbera zemîn û ezmande
ramanêd min diçin û tên
ta elendê
berbanga zayîna rojê
dinûsim… diçirînim
dinûsim… dinûsim
diçirînim helbestan
pînos digrî
ez dê ser û bin bikim
zargotin… kultûr… û
çanda kuştina
mirovatiya mirovan
bazerganiya goşt û
giyanê nû buharan
nageha… nageha..
dema roj tar û mar dike
keşwera şevê
vedijîne ronahiyê
li ser rastiyeke zor
jiyaneke nayê daqurtandin
şiyar dibim
ez …
ne siwarekî destanî an
evîndarekî evsane me
bakurevînê
hêviya diziya
agirê dojehê ji min neke
ji min neke hêviya
buhişta şahiyan
ne bazerganê xewnan û
niçîrvanê
niçîrên wenda ramanim
mirovim
mîna hemû mirovan û
ne bêhemtame
lê xweziya tu karibe
em karibin
bihevre rûnên… bimeşin
tu tube û ez ezbim
tu ne daiyka xwe û
ez ne bavê xwe bim
bera damarên mirovatiyê
riha û rêzgar bibin
dê çima yê sisiya
bimin û tere
iblîs û birçîbûna kor be… !





FESTÎVALA XWÎNÊ…




Birayo tu nizane
Birayê te ... çi biray !
Li bakûrê welatê te
Li bakûrê rojhilatî welatê te
Welatekî min heye
Livir
Deştin mîna firehiya
Dilê xwedanên xwe firehin ...
Gundin belavbûyî mîna
Rêwiyên me… yên
Li hemû benderên cîhanê
Belavin ...
Bajarin neşteciyên wan
Mirî-zindîne ...
Çar demsalan
Bi aramî derbasdikin
Zivistanan
Li ber tîna dilê şehîdan
Xwe germdikin
Buharan ,
Bîna mirin û sorgulan tev li hev dibin ,
Hêsiran liser buhareke sotayî
Dibarînin !
Havînan
Li pey nanê rojane dibezin
Ger pir di tengijin
Xwe bi xwe disojin .
Kerwanek û
Ber bi Cûdî de diherike.
Payîzan
, Bi weşîna pelê daran re
Dilan liser leylana vegera
Rêwiyande di weşînin …
Birayo tu nizane
Birayê te çi biraye !
Meydana cirîda
Nav bera roj û şevê
Lê gerê dergûşa rojê
Serjêrbûna şevê
Li bin pêdana Cûdî
Him hima nîvê şevan
Pistîna xwînê
Di guhê zemînêde
Bakûrî mirnê
başûrî mirnê
rojavayî mirnê .. .
hebûn û nebûn
giryana xwedanî sêwî
hêsirên ziwa nebûyî
li ber dergehê lozanê me ;
ji xwînê ta xwînê dîrokamine
ji azadiyê ta azadiyê xewna mine
ezim .. ..
yê rojekê ji rojan:
liser goramin hate nûsandin “livir binaxbûye heta hetayî
xewna evîndarekî çiyayî”
firehiya gorê
têra laşê min nekir
ligora gorê laşêmin çivandin
sorgul liser axa gora min
hatne der
bilbilan .. . ji reh û damarên
dilê min hêlîn avakirin
ji bilî srûdên azadiyê belav nekirin
birayo tu nizane
birayête çi biraye !
bêdengiya goristanan
xwe lime dorpêçkiriye
xwendina Kundan di guhê mede
hew fîxana Bilbilan
tenha qîjîna Qijakan
êvarên me bê wate,
bê reng û bîn dikin
ji gewriya me nayê der
bêjin .. . Ax ..Ax ..dayê
tawanbariye, giryan
tawanbariye, qêrîn
mirin .. . kuştin .. . bê şerm
li rûkeniya zarokan dide
Birayo tu nizane
! Birayê te .. . çi biraye
Kelha şiqêf
Sitêrên dûrî ezmanê kurdistan
Pertewa azadiyê geş kirin
Ne çetebûn
Beyandor
Awazên di bin siya yek alêde
Ne sextebûn
toşa Amûdê ne veqetîna navbera
şermola û meyselûn bû …
ji kêre dil vediçrînim … !
Domyat û Hetîna bin pêdikin
xwêdana Rewendiyan
sorgulên buhareke bê buhar
û hêsiran
liser Azdehakê demê
bê şerm dibarînin ;
an Das û çakûçê Moskova biçûk
bê şerm wargehê
hov … diz … û çeteyan dibîne …!
De rabe dilê min rabe
Mizgîna deh û heft salî rabe
Mizgîna fêrî
Olana fîşekan …
Fistîvala xwînê …
Sêrengiya li bejna wê pêçayî …
Belavbûna nav bera sînoran …
Cêwitiya Qamişlo û Efrîn çiye … nebû
Rabe … ne birayên te ne
Serdarên mirinêne
Ne giringe ji wanre
Tu bimre
Bi bumbeyên kîmawî bête sotin
Li binê zindanan birize
Biratî gotinek şêrîne
Disorxwîna Qamişlo de
Bin avdibe îro …
Rabe … ne bi hesanî
Mezin bûne zarokên me
Xwîna cergan ziwa bû
Çavê dayikan
Ji sor ewran bê ronî bûn
Şevên şînî … ji şîniya me
Awazên
Lorandina xwe wergirtin
Bi hesanî … bê tirs
Ji xweda û pêximber û
Qêrîna merovatiyê
Biryara … Bin pêkirinê …
Vekuştina jiyanê
Di dil me de difermînin …!
Ne birayên te ne?
Nefret bûyên
Ji dîroka mirovatiyê
Mezinbûyên
Landika kîn û hovitiyê
Ji hovitiya qûmistanan rêzgar nebûn
Rabe … rabe buhare
Zivistana pûkên xwînêye
Nale nala zemînê
Nale nala daiyka mine
Lawo tu bi xwîn ne be
nizane …!
Ne tenha laşêmin
Rûmetiya welate kî
Avjeniyê dike di xwînêde îro …
Laşêmin
Perçe..perçe diweşe
Ketim ... rabûm … ketim ...
Rabûm..rabûm ... hew dikevim
Yekim care dinasim
Çendîn heme.. û xwe nabînim
Pêlanê xwînê di damarê minde
Û sedan salin ;
Terqîna Nemerdan di guhê minde
Liser bê dengiya min bilind dibin
Ava dibin .. bi nav dibin
Wenda dibim …
Rabe dilê min rabe ...
Binûse ez vame werin ...
Bi tang û topan, werin
Refên perwaneyan
Li hember wene ...
Guleyan bibarînin
Meydana cengêyê … zore
Deryake sîngtazî
Lihimber weye ...
Bikujin ewî zarokî
Didestwîde alek biyane
Sirûdan ... durişman dixwîne
Çewte zimane kurde
Ger mezin bibe
Mûsayî - fer,ûne
Rabe dilêmin rabe …
laşê bixwîn
çavê tijî hêsir
canê geberbûyî
xwedan fêrî ahîna te nebû rabe
sipîndare tu
dihinavê rojhilatde
nemêvane ...
rabe sînga Orkêş veçirîne
çend hezar salên te
têde wendane
şermola ser û bin bike
çend hezar
cegerxwînên mîna te
bêdeng ... bêdegbûne têde
bela biaxive cûdî
keştiya rizyayî
lawê pêxemberan
kî mêvane ...
rabe ... biçirîne
hemû pirtûkên te xwendin
nebirane ...
bejin bilindî erşê xwedan pirtûkê pêxemberan
li nava çavê wan bide
Qur,an ... Incîl ... Tewrat û
hemû gotinên xweda gotin
îro di xwîna tedene
rabe inkarbike ...
hemû xwedayên ne xwedabûn
sînga yek zarokî
ji guleyan ne parastin
çendîn pesnê lehiyan didan
çendîn pesnê volkanan didan
lê dema tu teqiya
ta bi navê xwe jibîrkirin
derwêşê dimeydana cengêde
û hawir te Bajarê- mişkane...
rabe ...
bidaya têkçûna
faşistê Bexda
sexte pênûsan
sexte kawayên ne Kawane
bidaya heskirina rojê
Qamişlo dide îro .. .
ser û bin bike dîrokê.. .
Birahîmê xelîl bapîrê teye
neperestê pûtabû ... lêde …
lêde .. .
simfoniya jiyanê
tu lê dide... îro ... R ...A... B ...E ..



METIRSÎ




dema … roj
rûyê zemînê maÇdike
Şev Şîniyêd xwe
Di buxÇika tariyêde
Di civîne ... û
Bê deng koÇdike
Çivîkên Şiyar bûyî
Ji hêlînan …jiboy
pêŞwaziya jiyaneke nû
ber bi asoyde difrin
jînê di hemû zindiyande
nûjîn didin
xunava zelal
mîna rûyê zarokan
hêsirên daiykan
dilop … dilop
ji ser rûyê sor gulan
dawerivî axê dibe;
di Şînahiya ezman de
rûyê xwedayekî ne diyar
hêviyin tevlihev… tevliheviya
rêberên me bê rêberan
bîna afirandineke nû
belav dike
hingê … dizanim
li welatê min
despêka
me … tir…siya… ne …….!!!













VÊXISTINA ŞEMALAN




Ne min jitere got
Buharin liser lêvê min
Xewkirîne, Şiyar meke … !
Pêtên di bin xweliyêde
tev mede
ma tu nizane …?
Ger hez dikim
Hezdikim … Hezdikim …
Ji dil … Hezdikim .
Dilêmin perwane û
Di pertewa hezkirnêde
Xwe bi xwe diŞewitîne
Ne min ji tere got
Min maç meke
canê min naze
ne himberî serxweŞiya meyandî
di meya lêvên te de ye
ma tu nizane …?
Di pey re dûrbûn ji te
An jiyana jiyana mine
Axxxx … evîn
Penceriya li ser
deriya jiyanê vekirî
ferhenga ê\a evîndariyê me
li ê\an ne geriyam
pir ê\ û nalîn min dîtin
li Şîniyan ne geriyam
pir Şîn Û hêsir min dîtin
seran serî hezkirinê
li hezkirinê geriyam
Û hezkirin min ne dît
Îro dema dibînim
rûkeniyekê …
maçekê …
pînekê … dide min
û xatir dixwaze …
Benda daweŞîna hestê min
Namîne … !!!
Westiyayî …
Êş xwarî …

Bi tenha … mîna caran
Ji bo her bîranînek
Bê veger … re
Şemalekê vêdixînim
Ji bîranîna te re
dikim û nakim,
nikarim vêxînim tu Şemalan
ta mîna Şemalên dê vemirin
te bîr anîn nebînim
Çawa tê bîr anîn be
û bîna te ji dêm …
Lêv …
Tilî …
Can …
Xwîn …
Damar …û
Dilê min …
n… a … Ç … e…. evîn



LI BENDA MIN NE MÎNE




Siwarekî destanî
li pey xewnê Şevekê
ez rêwîme
rê`a min dûre
veger …
leylana li ber `avê
rêwiyekî li qumistanan
wendaye …
evê xewnê
hezar hezar
dil bend kir
bendên wê
evîndarên wê bêtir kirin
li benda min nemîne
xweŞe buhar
bînxweŞiyê ,
ji dest xwe mebe
an jiyane jiyan
ger buhar diçe
piŞta xwe bide sotinêd min
bi xunava sibehan
dêman pak û naztir bike
bi fîxana bilbilanre
fîxana dil belav bike …
benda min nemîne
tu her di dil min deye
lê bawer bike
bê reng û bîne
evîndariya min ji tere
ger xewna min ava nebe …
lê min ji bîr meke
ger tu bikene
min tev li kenê xwe bike
ger tu giriya
min tev li hêsirên xwe bike
ger tu xew bike
min tev li xewnekê ji xewnêd xwe bike
di aramiya dilê xwede bi buharekê
min biîne ….
d, gula min
di rêwîtiya bê veger de
bizanibe
tenha
awirên tey evîndar
rûmetiya hestên te
berbejnên parastina
g .. i.. y.. a.. n.. ê.. minin .















WESTYAME




Were … were lêêêê
Evîndarê
Evînî ser gêj dikir
Ser kêşê cenga dilan
Nêçîrvanê kovîawiran
Xifşên xezalên
Li sînga nazenînan
Kojayê kenê
Pir dêmgulên
bi dirêjiya vexwarina
peyalek mey pêve
cihê wan didil wî de
ne dima
rêwiyê ji kanîyekê
diçû kanîyeke din
û li ber tu avan
ranewestiya
bê dilê li ber tu hêsiran
ne liviya
di derya evîna te de
bin avê eşqa
tê û diçe hinavane
serxweşe ..
serxweşe ..
serxweşe …
bê yî vexwe
ji lêvan yek peyalê
çiye tu …?
Ji çi ezman, …ji çi buhiştê
Der hatiye
N .. I .. z .. a .. n .. I .. m ..
Lê dizanim
Di bin aramî û naziya lêvande
Dixuş xuşe ava jiyanê
Were .. were lêêêê
Di herdû kovî çavande
Di hevwertên
Hiş çûyî mîna
Hezaran bê tawanên
wendabûn di wan de
Nizanim çawa kedî bikim
van herdû kovî hespan
Û tim ji awirêd min birevin.
Ser geştek bê avim
Di beyabana cefaya te de
Vedikujim awiran
Di bendewariya
hatina sipîda evînê de
birçiyê eşqa te me
birçiyê kenê te me
birçiyê hatina te me
heyvim
di girtîgeha şevê de
tu roje
birçiyê hevdîtina te me
westyame
westyame
westyame
ji gera li dora zemînê…

MAMOSTE CAN


Di bîranîna evîndrê jiyanê de
Bilûra naz mamoste abd irehman dirê,î


Li ewan çolan
Di himbêza baxê simbilan de
Her sibehan
Qebqeba Kewan bû
Di êvaran de
Leyla û Mecnûn
Ne li nav sitêra bûn
Û genim… zer zer bibûn
Mamoste can
Rêwitiya
li pey çinîna geniman
hişê min li bakiribû
çûn fêrî xwîn xwendina
qebqeba kewan ne dibûm
çûn fêrî
zerbûna simbilan ne dibûm
ma ne di rûyê minde digiriyan.
çûn min ne dipirsî
şev bêyî Leyla û Mecnûn
çawa bê deng mabû
min nizanîbû
di himbêza Kefercenê de
jiyan hemû bê jiyan bibû
Leyla û Mecnûn
Bilûreke bê yar mayî
Di rûyê xwedan de di hejandin
Çawa dest dirêjî
Dilê evîndarê jiyanê bibû
Mamoste can :
Şîniya te
Bi hêsiran na xemilînim û
Di zozanên çavên te de
Ewr û mij civiyabûn
Tav û birûsk sor sor dibûn
Du feratan
Dêmên ziwa avdidan û
Li civana du feratan
Dara xemgîniyê … şax û
Rehên xwe kûr kûr vedabû
Bejin dirêjî ezman dibû
Tu bi bimirinê re dikeniya û
Helbesteke evînî diyarî
Evîndariya evîndara dikir
Mamoste can :
Di hinavê min de dikele difûre
Daxwaza civînekê bi tere
Newayên dilê te
Giriyana bilûrê
Roj di dil min de dipişkive
Dê kengî … kengî
Felek ji min bigere
Di kurte demên şahiyê de
Destê xwe
Li nava çavê min nexîne
Heyv li pencera min dide
Hezar perwane
Di dil min de dişewitin
Giriyê bilûreke sêwî
ji guhê min nakeve
ne dem bû … ne dem bû
ji hespê dayîna hêviyan
tu peya bû …
mamoste can :
çûn fêrî xwîn xwendina
qebqeba kewan ne dibûm
çûn min ne dipirsî
şev bêyî Leyla û Mecnûn
çawa bê deng mabû …!!!















BENDEWARÎ




Li ber min du fincanên qehwê
Peyalek av û
Di dest minde sorgulek
Fincanek ya mine
Yadin bendeware
ji lêvên te pêve heznake
tîme.. ziwane lêvên min
venaxwim peyala avê .
bendewarim
ji kîjan alîde
lêvên te
dê serxweş bikin peyalê;
xunav girtiye
bê hedane gul
di dest min de
dê kengî
ji nava pêçiyan
rêzgar bibe canê
Li ber min du fincanên qehwê
Peyalek av û
Di dest minde
Bê can gulek … canê



















BÊ DENGIYA DAYIKEKÊ




Zivistana 1984 ye
li beriya Mêrdînê
li dora Amûdê
di bin dareke tiwê de
sê xort civyabûn
kada demên pêş
û pêşe roja xwe dikirin
xortê yekemîn
digot:
ger sibê buhar were
çelengiya zeryan tînim
tu bajaran
seyran geh û
havîn gehan nahêlim
liseran serî cîhanê
ez dê bigerim
xweşe jiyan û
bavê min
min ji tiştekî nahêle
xortê duyemîn
digot:
ger sibê buhar were
dibim rêwiyek
ji rêwiyên cîhanê
zore jiyan
û jiyana me perîşanan
rev û beza bê dawiye
xortê sê yemîn
dimeyzand
li agirê êzingan
ezmanê sayî
çiyayê bê xêr… û
digot:
sibê ger buhar were
çar kulîlkên min hene
av bidim
û ger av nebe
bixwînê av didim
Zivistana 1989 ye
li beriya Mêrdînê
li dora Amûdê
di bin dareke tiwê de
sê dayik civyabûn
li zarokên xwe
cergên sotayî dipirsîn
dayika yekemîn
digot:
lawê min
geh li şamê ye
li helebê ye
pirê caran
li paravê derya sipî
tev li evîna dilê xwe
xweşiya jiyanê dijî
bavê wî
wî ji tiştekî nahêle
dayika duyemîn
digot:
lawê min li paş deryaye
geh têre
pirê caran birçiye
geh bi cawe
pirê caran taziye
dengê wî têye guhê min
dizanim
hîna lawê min heye
naxwe
rojekê wê li min vegere
dayika sê yemîn
dimeyzand
li agirê êzingan
ezmanê sayî
çiyayê bê xêr… û
digot:
lawê min …
û bê deng dima
Zivistana 1994 ye
li beriya Mêrdînê
li dora Amûdê
di bin dareke tiwê de
tenha dayikek
dimeyzand
li agirê êzingan
ezmanê sayî
çiyayê bê xêr… û
bê deng dima
hêdî hêdî roj diçû ava
û şev ji şerma
bilez koç dikir
tîrêjên rojê
li bejna dareke sêwî
laşekî sêwî
û liser bê dengiya
dayikekê di rawestiya
dayikek heta hetayî
bê deng dima
bê deng dima
b .. ê d ..e .. n .. g d ..i .. m .. a !!!












AMÛDA MIN




weke tav û birûskan
daweşîne tîran,
tîrên
ji kevanên çavên te
bêne der ,
dê pêşwazî bibin
didil minde mîna
peyamberên xweda
di germahiya xwînê de
dê bizanibin,
ji te pêve
kes nebû vejîna xewnan .
bi awirên tijî
pirsyan û guman
veçirîne
cerg û hinavan!
bihejîne damarêd xwînê
ji navê te pêve
nayê vedenga tu navan
di peyre
ger an jiyan bibim
Amûda min :
gelo tê karibe
bi kesk û sor û zer
min bipêçe û
di himbêza xwede
min siya alekê biçîne …!














BI XWE Di KENIM


Yên şûna min
Di hêlîna xewnên te de
Bigrin
Di zanim pir hene
Ma kî ji buharan heznake
Û tu buhare Xanim
Li ger havîn hat û
Damar ziwa bûn
Payîz hat û
Pel weşiyan …ciwanî nema .
Xunava çi lêvan
Tîna çi dilan ,
Dê digazina buhareke
Be reng û bîn de
Were Xanim .
Her kes
ji bîn xuşiya gulan hez dike
di guldanan de
ta bi bîn bin, av didin
ne her kes
di sayiya çav û
xwîn û damarên xwe de,
di hemû dem salan de ,
hest û ciwaniya xwe
li ber yek gulê ,
radixîne Xanim.
bi te xweş dihat
tirsiyana çavê min
ser xweşî û gêj bûna min
di bahûzên gûmanan de
ji te wa bû
xwedan mîna te neda
û nade
bê yî te mecnûn û
pê kenîkê kenê te me
îro li xwe bi meyzîne…?
Poşman nebe
Bersivan nede
Ne giringin
Helbest vanekî ser xweşim
Weha bîr anînek
Û di vê şevê de
Tu di bîr min de hatiye
Tenha bi xwe dikenim
Çawa
Rojeke ji rojan
Min tu xewna xewnan
Dîtibû
Bê sewda Xanim …!










POŞMANÎ




Ji min re digot:
Tu li kube
Tê li min vegere
Dilê yekemîn
Maça yekemîn
Kî dikare ji bîr bike .. ?!
Min digot:
Kî ji dojehê rêzgar bûye
û dil xwazê vegerê ye
Bawer me ke
Tu poşmaniyê
Di çavê min de bixwîne
Lê vame îro
Li paravê derya
Bi hesreta
Maçekê ji nav bera
Herdû çavên te
Hêsirên poşmaniyê
da diweşînim …
Amûda xwe







ZÛ BIRYARÊ MEDE




Eger min ji te hez kir
Û bi lêv nebû hezkirna min
Diber te re
neçûm û ne hatim
yek name,
ji tere min bi rê ne kir
tenha carekê çelengiya te
min pesend nekir
zû bi zû
biryara sotina min ne de.
rojek wê were,
tê bizanibe ,
di rivîna dojehê de ,
min jiyan dikir,
xwîn ……
wêneyeke rojane
û sayiya cavê min
sîpar dikir
hing. t. mijûl bibe.
hin caran rû likeniya
evîndariyê ,
diçavê wî de belî dibû
mîna tavên buharan
û ne digiha wenda di bû
ma min ne dipirsî
bi çi rengî
çar dem sal
di çavên wî de
di yek bînê de
xuya di bûn.
zû bi zû
biryara sotina min ne de
di dil min de cenge
cenga di nav bera
evîn û zorê de
evîn û tariyê de
evîn û xwînê de
evîn û mirnê de
evîn û mezinbûyên
dibistana çav sorî û kînê de .
wê rojek were
tê bizanibe
di laşê min de
li şûn xwînê
evîna te belav dibû
zû bi zû
min ne sojîne;
xwînî me ez …
xwînî me ez …
xwînî me ez … !!!














EZ MILETEKIM




Ne parsekim
Destê xwe li ber
ne mirovan dirêj bikim .
ne sêwiyekim
bi hêsiran
dilovaniyê bixwazim
na ne peye me
li eywana
mîr û faşistan
ser bijêr û pesindarbim
ez miletekim
xêz û nivîsên
mitingeran
ez perçe kirim
gewdekî bê serî
li çoleke vala !
di ba û bahozekê de
xwîna min li rojava
li Qesra sipî
diherikî û diherike
û sehên rojhilat,
liser
hestiyê min li hev dixin
îro bayê evînê
tîrêjên rojê
li rûyê min didin
hestiyê xwe dicivînim
ber bi evîna xweve diçim
paytextan dihejînim
sînoran diçirînim
hemû pêximberan di livînim
qêrîna min
zindanan diherifîne
na .. na .. ne raste
ne raste
bilbilên Mêrdînê
kulîlkên Amûd û Efrînê
hez ne dikirin
ne raste
koviyên Mehabad
gîhayê Helebçe
tal didîtin
îro
dest dirêjî rojava dibim
ne ji ber xwe ve…..
buharan
bi hêsiran av didim
liser sînga derya
çep û rast wenda dibim
li baxê min
baxê sor gulan
bumbe û mayînan di çênin ;
lê belê …ji ber
ez miletekim
her hestiyê xwe di civînim
sehên rojhilat
li min har dibin
kevoka aştiyê
li ezmanê Mehabad
min şanî di kir
kevoka min
di nav destê min de
ser jêkirin …!
û li ser xwîna pîroz
bi tenha
mezgeft avakirin
çem û kaniyêd min
herikîn
buhareke rengîn
hate der
li deşta Zaxo …Hewlêr
wargehê şehîdan
ta kulîlkên xwe
av nedim
pêçiyê min li hev pêçandin
ji ne çarî
min kulîlkên buhara xwe
tevde weşandin
rojhilat ji xwîna min
pesnê şemala xwe di de
Kelha şiqêf
Selahidîn nû jiyan dike
Lê birayên min
Dipirsin
Tu kiye …?!
Neviyên Yûsif
Ibrahîm henano
gelo nas dikin
ez Yûsifim
ne ji devê guran
lê birayên min
dest dirêjî
kulîlka dilê min dibin
ma dest û pêdanan maçbikim
na .. ne parsekim
ne sêwî me
ne peye me
ez miletekim …
û îro
liser bê bextiya demê
bi min re
faşistên roj hilat
mermera şanî min didin ;
tîq tîqa kenê xwe dikin
her bikenin
û her bikenin
hezar hezar Mermera
amede bikin
ne bi tenha şêrekim
ez miletekim
rû peleke nû
ji dîrokê dixwazim…



















EGÎD




vê êvarê refin qaza
li pey xewna
germahî û ronahiyê de
li dij pêlî bayê
giran giran…
ber bi rojêde difiriyan
pêŞde diçûn
per diweşiyan
ji doza xwe venegeriyan
dê bigihêjin buharan …
firiyana qazan
lehengên heştê û çaran
di bîr minde anîn
li dij tirsa Çiyayiyan
neçariya salan
dibin lêdanêde
di dadgehan de
di çeperên berxwedanê de
ji xewna azadiyê venegeriyan
Egîd
emê bibînin xewnan
xewn dê bibin rastî
mîna rastiya hebûna te
hebûna kurdistana me …!

















PÊNÛSA MIN




Ger tu bibe
Heyva derbasî
xewnên evîndaran bibe
Hebe tu karibe
Ji ahîn û hêsirên çavan
Mem û zîneke nû binûse
Ger tu bibe şemal
li girtiyan
tariya zindanê ronî bike
hebe tu karibe
destana mirovantiyê
rêveçûna azadiyê
ji bêdengiya wanî
pir bideng binûse;
ger tu bibe
destê perîşanekî
li ber dîwarekî
destdirêjî
nanê tesiyî ziwa bibe
hebe tu karibe
li ber neynika rastiyê
lavlavokên
sexte kiryar
rût û tazî bike
lê ger tu bibe ez
û ferhenga jiyana min
li ber te vebe
gelo tê karibe
ji oqyanosa şîniyêd min
robareke hêviyan
liser dilê minî westyayî de
biherikîne pênûsa min…!









VÎN




Baran… xwirt dibare
Ba… bi hêrs li pencera min dide
Şev… zik reş û bi dawî nabe
Di nav çar dîwaran
Û tariya şevê de
Per tewa şemaleke Nîv kuştî
Xeyalê min
li ser dîwar dihejîne
xweşiya êşa tenahiyê
ne herkes dizane
ne herkes rûmetiya
hêsirên dawerivî
tariyê dibin… dizanin
hemû derendeyên zemînê
li min diborin... dizûrin
derbasî tenahiya min dibin
nû hilata rojê..
bîn xweşiya sibehê
keç hevala jiyana min
xeyalê te
li dora min dice û tê
tirsiyanan belav dike .
dîsa… dîsa tu li ba mine
herdû lêvên dilerizîn
dêmên sor sordibûn
awirên
dibuhişteke ne diyar de,
xayîz wenda dibûn
royê naz yê disînga min de
heyv û dibejna çiyan de
ava diçû .
du destên li dora bejna min
festîvala şahî û şemalên
bijandinan
di damarên min de vêdixistin
pistîna xunav û sorgulan
xweydana afirandina jiyanê
him hima te canê
laşe bê can dîsa bi can dikir
were… were nêzîk tir bibe
ji bîrçûyên mirovatiyê
min ji bîr kirne… na
na… hebe ronahiya te
ji ber
çavê min ew wenda kirne
wê werin
ba û baran
şingîna du ferên pencerê
ji min re dibêjin
hîna… li virin
ne xeme
jiyan hemû di yek bînê de
bi hatina te re
ji nav pêçiyêd min diherike
liser lêvê min
pişkivîna buharê ye dîsa
cana canim
cana canan … canê min
kurte demin
evînî… zik reşî
xewn… `endî xewn
şahî… şînî
jiyan… û mirin
bela baran xwirt bibare
ba bihêrs li pencera min bide
şev di zik reşiya xwede
dînbûnê… hişçûyînê
perestên mirinê li min bicivîne ,
min bese… hîna
di hinavê têk çûnê de
te di bîra xwede tînim,
hezkirinê di afirînim
dikarim m,na demên berê
te li ser destê xwe
dixewxînim.
mamosteyên tirsê nikarin
li şûn evîndariyê
zikreşiya xwe
di dilê minde biçînin…








RÊWIYO




Eger te dît evîndarek
Li bin dareke tiwê …
Dareke zeytûnê,
Hêsiran dibarîne
Jê ne pirse… çima
Bi riya xwede here
Talan meke
Rûmetiya hêsirêd wî
Hesirên çavê evîndaran
Giryana xwedaye… rêwiyo
Lê eger rojekê
Li şûn warê wî
Sorgulin te dîtin
Bawerbike
sor xwîna dilê evîndar
li wir pişkiviye …!
xweş bînbike
xweş bînbike
wan sorgulan û zanibe
çendîn
memû zînên welatê min
di evîndariyê de
êşiyane … r.. ê .. w .. i .. y .. o ..


















CIVÎNA DAWÎ




Wê şevê …ez û te bûn
Du dil …yek evîn
Hêsirên çavê min û te bûn
Hêsir ji bo çi
Liser çi … ?
Bersiva min û te
Ji bê dengiya şevê
Bê deng tir bû
Dil liser dil
Du pêt disincirîn
Ji arê dûrbuneke ne diyar
Dêm liser dêman
Du cokên hêsiran
Di yek cokêde diherikîn
Bê dengiya goristanan
Li du canan pêçiya bûn!
Rê nema bû ji gotinan re
Tiliyan hev dixwarin
Tiştekî bê veger şewitîbû
Di du dilan de
Bi hilata rojê re
Û vedana tîrêjan
Li şanoya mirinê
Hêdî Hêdî
Roj ji çiyan bilindibû
bi firehiya navbera
roj û çiyêde
navbera
du evîndaran fireh dibû
liser civana bîranînan
tayên hêsran
tîrêjên rojê disincirîn;
di wê sibehêde
vedenga
borîna keştiyeke riziyayî
xum xuma deryake bê dil
dawiya hezkirineke bê veger
nîşan dida di dil min de
û di eywana tolazekî de
evîna min bibû mûzayikek
bê can …bê ken… bê girî
Wê şevê …ez û te bûn
Du dil …yek evîn
Hêsirên çavê min û te bûn..



EZÊ ÇIBIM




Ger hêsirêd min biherikin
Nikaribim
Ji gewriya xwe
Deng derînim,
Xwînamin biherike
Nikaribim
, Dest bidim birînên xwe
Bikim ahîn!
Ger hebim
Li firehiya cîhanê
Ji bo min
Buhisteke ax
bê azerî… nebînim
li ber çavê min
rojhilat
dest dirêjî sînga te bibin
bikim qêrîn û
qêrîna min
dergehê zindanan
derbas neke
dihimbêza dayika xwede
tim di xewna
mirin û tirsê debim;
di pey re
ji min re bêje
ger nebim volkanek
ji koletiyê pê ve
ez dê çibikim…













BÎNEKÊ



Rojekê ger sitêr
Li paş ewran wenda bibin
Ji ezmana berf û baran
Bihevre werin
Ji bakûrê welatê min
Dojeha baye vebe
Bînekê raman bibe
Ber çav bîne
Tu ye keça ciwan
Li paş çeberan
Bendewara
Azadiyê dimîne ;
Xwe bibîne
Şervanê didojeha
seqem û tarî de
bi sînga xwe neyaran
paşde dixîne
wê gave bêje min
gelo çiyan
ji şêran pêve… dihewîne…!?



EGER




Eger bejna Cûdî
şêrîn bihejînim ,
ji qoqên mirovan pêve
dê çi bi ser kevin
eger Dicle û ferat
Zapê tev bidim
ji xwîna şehîdan pêve
dê çi bi ser wan keve!
de bela
Cûdî… şêrîn bin ax bibin
Dicle… Ferat ziwa bibin
hezar nefret
li Zapê bibarin
eger nikarin di bejna xwede
buharekê himbêz bikin…



HELBESTVAN




Zarokekî birçî tazî
Di himbêza dayika xwe de
Ne mêja barîna baranê ye
Dilopên ava jiyanê
Ji du ziwa kaniyan
Bi noze nûz û
hêsirêd periyan dikir
di ber giriyê wî re,
helbestvan mijûl dibû
çewte gutin li xwe dicivand
pesnê Romyo û Jûlyêt dida
dayikek
awir li sînorê
kojayê xewnan
perwane… ba û balende
di çavan de dibûn peyamber
û pirsa xwîna cergê xwe
bê veger lawê xwe
bê deng
bê dengiya xwedan dikir
helbestvan
di ber bê dengiya wê rê
mijûl dibû .
dê çawa
heyv û li şûn heyvê vejîne
ewrên cengê
tav û birûskên enfalkirinê
vehildana
ala hebûn û nebûnê
damarên kurdayetiyê
reha dikir.
şervanek
desteke wî liser birînê
û destek
li qundaxa tivingê
çepera berxwedanê dikola
xwîn û xweydan
tev li hev dibûn
helbestvan mijûl dibû
di nava sitêrande
gulîstanên babil
ji xewne yarekê re av dida
ji şermê pênûsa wî
xwe ji nava pêçiyan
rêzgar dikir u di reviya
liber
bê tawaniya zarokekî
bigiriyan
rûmetiya bê dengiya
dayikeke bende war
xwîn û xwêdana şervanekîde
serjêr dima
serjêr dima
serjêr dima…










WEHA DIGOT




Bela berbang were nêzîk bibe
Hingê… ez dê
Şûrê ronahiyê
Dihinavê şevê de Bihejînim
Bavê bavê min
Weha
Ji dayika xwere gotibû
Weha
Bavê min jî
Ji dayika xwere digot
Lê berbang nêzîk nebû
Ahînên şevê bi dawî nebûn
Û şûrê ronahiyê
Dernehat… û venehejiya
Îro vame… dayika min jî
Hêvî dike mîna
Bavê bavê xwe
û bavê xwe bêjim
arê naye zimanê min
li ber naziya dilê dayê
lê ger şûrê ronahiyê
dihinavê tariyê de nehejînim
dê çawa berbang were
na dayê… nikarim mîna
bav û bapîran bêjim bela…










EM HENE




Hey… gelê min
Dibêjin hûn tinene
Çendîn kerwanên xwînmijan
Hatin û çûn
Çendîn kerwanên xwînmijan
Hatin û çûn…û tu ma
Tu ma xencerek
Di sînga zemînêde
Birînek
Di laşê rojhilat de
Rojhilata
avdayî bi xwîna min
û naxwaze min bibîne
çav soriyan li min dike
ji lozan min dixin cîrê
ji cîrê dikevim pêlanên
vekuştina
hemû cûreyên jiyanê
di dil min de
û vaye îro li Emralê
lozaneke din
li hewlêr û Qamişlo
li dar dikeve Helebçe ke din
ev rojhilata
Tîmorleng û Cenkîzxane
Rojhilata firoşên Felestîn
Û reng mirovane.
Rojhilata kojtarên îsa
Û nevyên gurane
Ser ta peyan
Avjeniyê dikin di xwîna min de
Hê… gelê min :
Kîn û nefreta
Sedên salan di dil min de
Ez hatim…
Girîn namîne bi tenha
Para dayika min
Ne tenê çiyayên me
Dê bixemilin bi xwîna min
Agirim
Ji evîndariya Zana û Qasim
Sema… Zîlan… Bêrîtan
Û bê jimar şehîdên me
Ne soran ne zaza û ne kurmancim
Kurdim… bela guhdar bibin
Bazirganên kuştin û cengan
Tolazên Telabîb û amrîka
Ji bilî ey reqîb
guhdar nakin çiyayên min
ez hatim… destanekim
feratim
Feratî pêlanî xwînê me
çiyame
çiyayê wargehê şehîdame
bazim
bazê aza li ezmanî kurdistanim
ez hatim bêjim
hêy… gelêmin em hene…






LÊGERÊN BUHARAN




Li ser maseya min
Şûşeya meyê
Peyala tije
bi wêne û nav di be
Ji çi dayikê ye bûyîna min ?
Tim rêwî me
Biçar aliyan de di bezim
Tim dibêjim:
Dayika min gaziniya dike
Bê xêr… Cûdî… Qendîla
Dema hûn pêş waziya
Pûkên berfê dikin
Beriya Mêrdînê
Bi sura bayê êvaran re
Bîranînên bê veger
Li xwe dicivîne
Dayikeke kenûgirî
Bendewara rêwiyên
Li pey buharên wenda
Çûn û venegeriyan dimîne
Bê xêr… Cûdî… Qendîla
Eger rojekê
buharên wenda we dîtin
bi qurbanbim tenê
giyanên ewan şehîdan
li min vegerînin.. .









TÊK NAÇM




Têkçûn û hebûn
Du hêzên afat
Liser
Nûsandina pêşe roja min
Hev radikişînin,
Tev li hevin
Tev liheviya
Perçeyên laşêd sotayî
Di sînema Amûdê de
Her têkçûn tê bi ser keve
Serê te liser milê xwe
Destê te liser sînga xwe
Çavên te yên girtî
rûmet:hêsirên te dibînim
Hêsirên te dilop dilop
Di destê minde dicivin
Wêne li pey wêneyan
Vedijînin
Ji hêlinekê kevokek
Ber bi asoyekîde difire
Ji asoy ber bi çiyakîde
Xwîn diherike !
Ji çiyan şeveqek
Bêdengiya tariyekê vediçirîne
Hêdî hêdî çavên te vedibin
Deryake çîrokan
Li awirê min dide
Û li dûr… dûr
Difirehiya valahiya çavên te de
Rûkeniya zarokekî
Di bin siya refên qaza de
Gotinên sirûdeke nû ji jiyanê re diweşîne;
têk naçim
na kevim
lê kî bi min fêr bide
ji hev derîne
tev li hevî û dîn bûna
jiyana min û te canê..


XATIRXWAZ




Tu bi minre giriya
Bi minre keniya
Mîna dayikekê
Himbêza xwe
ji minre vekir
nikarim
nikarim….
çavê xwe
di çavên te xînim
Xatir xwazim
Her nikarim te
ji bîr bikim
û ta tu min ji bîr ne ke
vaye dilopên xwîna
lingê minî jêbûyî
li ba te
sembola hezkirina
min ji tere
dihêlim û diçim…diÇim…
çiyayê min …

HERE




Xatir xwestin
Pêş gotina jiyana mine
Kenê min giriye
Giryana min raperîne
Xewn û rastî hemtayê hevin
Bi arê evînê tême sotin
Û her pesnê
xweşiya hezkirinê didim,
ji hêsirên perîşanan
gotinên
helbesteke bê dawî
ji pêşe rojeke
bê derew… bê girî re
hev didim…saz dikim
here… here
hilgirê şahiya te
bendewarê teye
tu gotinan me bêje
beriya tu bêje
dizanim tê çi bêje
tenha bimeyzîne
li evan ewrên sipî
divê şeva havînê de
heyva şermînî
xewn û hêviyan
li perîşan û evîndaran
belav dike;
heger di rêveçûna te de
rojeke ji rojan
tiştin dibîra te de anîn
hebe… dîsa tu vegere
lê hingê
hemû tiştên
te nas dikirin
dê nemîna berê bin
here … here …
Xatir xwestin
Pêş gotina jiyana mine…



QESRA SIPî




Mîna te kurdim… hey bira
Lawê mîdî me
Kesk û sor û zer
Sirûda ji xwîna şehîdan
Hêviya xewnên mine
Lê bela
tariya demê min ne xapîne
govendan li dora
daholên natoyê nagerînim
ne donkîşotê
şerdike bi aşê bayî re me…
himbêzdikim
guleyên kîna roj hilat
û awirê min
ji asoyî rojava nakeve
li wir hebûn û nebûn
pêşe roj û dîroka min
li gora bijandên xwe
datînin
li Dihokê mirovim
min diparêzin
li Amedê teroristim
min disojin… tu napirse
tu napirse… hey bira
Dihok û amed çî hevin?
de bela
tariya demê min nexapîne
em yek awaz û sirûdin
ala sor bilind bilind bike
ala hêsir… ahîn… û
xwîna bê jimar şehîdên me ye
bifortê sexteyan
rêveçûna bê veger
aşê hêrandina
bê dengî û laşan
vejîna xewnên salan
qirêj meke;
bawer meke bi qesra sipî
qesra sipî… mirine
qesra sipî… xwîne
qesra sipî… zilindare
hilgire ala şehîdan
rêveçûn bi dawî ne bûye
Mîna te kurdim… hey bira
Lawê mîdî me
Kesk û sor û zer
Sirûda ji xwîna şehîdan
Hêviya xewnên minin
















HÊVÎ… BIKEN



Bêrî kirin
Tîrekî hesinî sincirî
Rojên çûyî
Omîdên ji bîr bûyî
Di tarî quncikên hişê min de
Vedijîne …
Şemala can
di canê min de vêdikeve
Canekî bê can
di pertewa nîv kuştî de
hêsir dadiwerive
di bîranînên min de ;
xweziya min karîba
şînî awrên civiyane
di asoyî çavê min de
veçirandana
xunava vejîna rastiyê
bi ser
dilê te yî… bidaya
jiyane ke ne jiyana te ye dide
biherikanda
di beyabanên çavên te de
buhiştên demên berê
vejandana !
xewna bê xewn mayî
sexte şevên bê dil
veçirîne
lêgerên lav lav û çîrokan
bersiva tu pirsan nadin ,
dema perdeya xewê
diçavên xilmaş bûyî de
hildikişe
ya bi ahîn û rondikan
şemalên can vedikuje
tenha… tenha tuye
heyva min
nema dikarim
pesnê bengîniya te bidim
bi kovane dil
di tariya demê de Zînek
ger li te bimeyzîne
hûr baranek
tê bibare … biweşe
ger li himber te raweste
şev û sitêr şaş dibin
ji du heyvan… heyv kiye
kulîlkek mayî
tîrêjek wendayî
ava jiyanê ye ger bikene
heyva min
bê şerm ezê bêjim
reşkên şevê ne
kojtarên buharan
mirî zindîne
di tariyê de dijîn
tariya jiyanê her ewin
zînê biken
awirên te
li valahiya ezman çi dikin..?
lêdana dilê te ji kêre
vedeng dide..?
biken… heyva min
jiyan tev ne bi buhaya
hêsirekê ji çaven te ne .
xwendavanên ficanan
derew kirin
dema bawer kirin
hêsirên di çavên te de
fermana xwedaye
biken zînê
di rûyê mirnê de bêje
ez heme… buharim
çendîn Bekûyên dil bi kîn
hatin û çûn
û her evîn dijîte
rastiya jînê evîne
şînî liser dêman bese
dara xemgîniyê
ji Feratan rewa nabe
têr nabe… bese
tîrêjên rojê hibêz bike
sibeheke nû …
jiyaneke nû …
awazeke nû …
bawer bike jiyan her eve
geh roje … geh şeve
ji şevê bawer me ke
hêvî… biken
jiyan hemû
li hêviya kenê te ye..


MIRINA JIYANÊ




hêsir ji çavan diherike
cokên leç … xwar
ser dêman vedidin
deng…
ji gewriyan dernakeve
tawanbariye girî
liser mirina jiyanê
bejnên bilind
ser bi jêr
kulanên bi tirs û saw
xaniyên ji heri û kayê
li nav bê dengiya
jiyaneke bê jiyan de
jiyandikin
xwîn diherike
tev li axê dibe
kulmeke sor dilerize
perçeyên tarî di pekin
di bejna çiyê de
tev li xewna rojê dibin
di quncikin tarî de
li hêviya pertewa
omîdan dimînin
şev … sibe … êvar
yek awaz … reng û bînin
derya
kolan bi kolan pêlan dide
hêsir û ahînan dicivîne
xewnan tev li hev dike
li kurahiya xwe
li tariya xwe vedigere
di dawiya şevan de
sitêr ji ezman direvin
di paş ewran de
heyv xwe di xwere dibe
bi tariya şevê xwe reng dike
mirin û jiyan
tarî û ronahî
li dij hev
berxwedanê dikin
reşkên şevê
penceran vedikin
dilên bi kovan didizin
ax digrî…
xwîn diherike
derya pêlan dide
ser bi jêr pir pri dibin
bira
eve welatê min…!
eve welatê min …!













DAGERE WELATÊ MIN





Rêwiyo…:
Ger ber bi rojhilat de ye rêveçûna te !
Ji bîr meke tu dagere
Kavlên gundên di rêça te de
Her kevirek li wir bi rûmete
Li wir
Mêrxasin destanî şerdikirin
Li pey rijandina
dilopa dawî ji xwîna wan
çav liser
hêviya buhareke bê xwîn û tirs
davemirandin
Ger ber bi rojhilat de ye rêveçûna te
Ji bîr meke tu dagere
Çiyayên ezman ragirtine
Li ber her darekê … latekî … zinarekî
Tivingeke ne westiyayî
Di bendewariyê de ye
Dê kengî rûmetî
Rûmetiya keçaniya
çiyan vegerînin
Rêwiyo…:
Ev warên tu bibîne hêsirêd minin..















JI MIN NAGERE




Hezkirina te
Di wêneyê kevokekê de
Di dil minde dicive
Ji sînga min difire
Li dora textê xewa min
Sirûda dawî
Ji buhareke bê buhar re
Ser mest û gêj … dixwîne;
Li sînga min dikeve
Û dîsa li ba dibe
Her tê û diçe
Dergehên şîniyan
Liser piştê
Di dil min de
Vekirî dimînin
Min li ber
çende xewn û sawîran
nîv dîn bûyî dihêle
gelo yarê :
ez nan kor bûm
di evîna te de…?




















BAHOZÊ NE PIRSÎ




Bilbil li hev civiyan
Di pirsîn
Ev war çima bê buhare ?
Giryana zemînê belav dibû
Ziwa me… tîme
Lewra bê buharim
Bibilan sînga xwe çirandin
Sor sorxwîn herikî
Zinarên pûç
Çiyayên ziwa
Bi buhareke xemilî
Kesk û sor û zer
Gul pişkivîn
Kulîlk bi hev daketin
Hina gotin… em zerin
Şemala buharan emin
Hina gotin… em sorin
Ger em nebin buhar nabin
Û yên kesk
xwe kêmî wan ne dîtin
hev rakişandin
hev peritandin
lê dema bahozekê li wan da
tev weşandin
bangî hewa kirin
bahozê ne di pirsî
keskin zerin an sorin
lê dizanîbû
buhare û tevde kulîlkin ..












BÎNA XEWNÊN MIN KIRIN




Sehên
di ber mala me re
derbasbûn
dizanim
bîna xewnên min kirin
û çûn ;
min nas kir
ji îrode mêvanim
li ba te dayê
demeke…
bîneke…
rojeke…
dê hestiyêd min
wê li hev par bikin
de were dayê
çavê xwe
diçave min xîne
ta têr bibim
ji bengîniya
çem …
kanî …
zozan … û
sibehiya bejna te
av jeniyê bikim
di kûrahiya
azerî…
ahîn…û
hêviyên te de
min bisoje
di germahiya
himbêza xwe de
sibehekê
mîna her sibehan
tê şiyar bibe!
li benda hatina
pêjna min bimîne
tu min nabîne…
di wê bihnê de
dibim xewnek
di wan
çavên birçî de
tev li xweydana
karkeran dibim
dibim sirûdek
liser zimanê zarokan
ji kolanên
tim bi tirs û saw
dê bifûre
bîna xewnê min.
ser bilind be dayê
mamosteyên kuştinê
ji xewnê min di tirsin ..
mirî me
ji bîna kulîlkên liser
gora min
dertên ditirsin …
Sehên
di ber mala me re
derbasbûn
dizanim
bîna xewnên min kirin
û çûn …
















HEY ZINDAN

Jigirtiyên azadiyêre




Yeko yeko dijmêrim,
Qamçiyên pişta min disojin
Sîlakên li rûyên min dikevin
Di serxweşiya mirinê de
Ji bîr nakim …
Şîrê min vexwariye
Şîrê dayikeke çiyayî ye
Serjêr nabim
Serjêr nabim
Hey zindan
Lê ger bê hiş ketim
Û ejdehayên li ber dergehê te
Têr nebûn… mest nebûn
Ji sotina canê min
Tenha hêviyekê dikim
Ey zindana min:
Ger şiyar bibim
Tê ji minre bêje
Di hişçûyîna min de
Çend dilopên hêsiran
Herikîbûn ji çavê min…










SÎNOR




Di êvarekê de
Kutreyek westiyayî
Ji asoyeke dûr
Dihate xwar
Dema gihişte hêlîna xwe
Bi şahî vîxan dida
Di wê bînê de
Du çavan
Li sînor dimeyzandin
Û hêsir didan …




RAMANEK




Peyalek mey
Yarek rû li ken
Tembûreke zîz
Qutyek tûtinê
Hêlîneke biçûk
Besî jiyanamine
Û hinek azadî
Xweş tir dibe







HEZKIRIN




Min jêra got:
Ji te hezdikim
Keniya
Min jêra got :
Ji te hezdikim
Giriya
Min jêra got :
Ji te hezdikim
Ne keniya ne giriya
Ax …
pir dilên naz
Bi vê gotnê xapiyan
Bê deng dûr ketim
Ne hesane
Fêr bibe hevala min
Ne her hezkirin hezkirine…!

XWEZYA




Xwezya yarê
Li ber roniya heyvê
Li baravê aveke zelal
Li bin derke avîndar
Min tu himbêz kiriba;
Xwezya yarê
Te maçek bida min
Û çavê te
ne li rêça malêba ;
xwezya yarê
mîna welatê min
tu ne dîl û girtîba;
xwezya û
xwezya û
xwezya
xwezya yarê
ne bi xewzyaba…


DEREW




Em bi hevre dimeşin
Bi hevre dikenin
Silavan li hev didin
Gelo raste!
Em hevalê hevin
An ji hev hezdikin
Xuzya me karîba
Dilê hev bixwenda
Menê zanîba
Şevê pêde
Çend xewnan
Bi kuştina hev
Em… dibînin…!





WERGERÎNE



Ez dê bêjim,
Binûsim,
Vejînim, ahînên xwe
Tu guhdar be
Wergerîne..
Wergerîne..
giriyana dilê min.
hebe rojekê
tu bîr bibe
çendî zore
peyvek di rûyê te de
biqîre ..
tu kare
jiyana min bistîne
lê tu nikare
hezkirina azadiyê
ji dilê min derîne..


DIGERIM




Ji min nepirsin: tu kiye..?
Avîndarim
evîndarekî rêwî me
li baravên çavê zînê
zîna mîdî digerim ..


NAVEROK


- HEY ŞEV
- KURDYAR ĢIYE
- HEWLÊR
- WÊ WERE EW ROJ
- TENAHî
- DILÊ TE
- ŞOREŞGER ÇINE …?
- REWŞEK
- ÇAV REŞA MIN
- HEY …?
- GIRYANA EVîN
- ERÊ CÛDÎ-
HÊJAYÎ ROJÊNE EM-
- MÎDYA
- BAKUREVÎNÊ
- FSTÎVALA XWÎNÊ…
- METIRSÎ
- VÊXISTINA ŞEMALAN
- BENDA MIN NE MÎNE
- WESTYAME
- MAMOSTE CAN
- BENDEWARÎ
- BÊ DENGIYA DAYIKEKÊ
- AMÛDA MIN
- POŞMANÎ
- ZÛ BIRYARÊ MEDE
- EZ MILETEKIM
- EGÎD
- PÊNÛSA MIN
- VÎN
- RÊWIYO
CIVÎNA DAWÎ -
EZÊ ÇIBIM -
BÎNEKÊ-
- EGER
- HELBESTVAN
- WEHA DIGOT
- EM HENE
- LÊGERÊN LI BUHARAN
- TÊK NAÇM
- XATIR XWAZ
- HERE
- QESRA SIPî
- HÊVÎ… BIKEN
- MIRINA JIYANÊ
- DAGERE WELATÊ MIN
- JI MIN NAGERE
- BAHOZÊ NE PIRSÎ
- BÎNA XEWNÊN MIN KIRIN
- HEY ZINDAN
- SÎNOR
- RAMANEK
- HEZKIRIN
- XWEZYA
- DEREW
- WERGERÎNE
- DIGERIM

هناك تعليق واحد:

  1. Kekê kurd yar birastî dema ku ez ketim vê rûpela delal de min nema zanîbû çawa ezê xwe jê bi revînim.
    Ev helbestê te pir xweŞin mamoste gotinên te zelalin û giranin û pir merov di nava wande winda di bê
    Destê te saxbin keko
    Ez gelek kêf xweŞ bûm dema ku min ev helbestê te xwendin
    Hêvî darim ku tim tu serkeftî bê û her û her pênûsa te bi Şînayî birjînê hestên te
    Birayê te : Rêwî girpirî

    ردحذف