السبت، 12 ديسمبر 2009

HEY ŞEV

HEY ŞEV




Bê denge Şev
Sitêr disincirin
Perçeyên ewran li asoy
Hin sor … hin tarî
Di bejna şevêde
Avjeniyê dikin
Gelo … ? !
Di vê şevêde
Di vê xweşyêde
Di vê bêdengî
Û romansiyetêde
Çend perîŞan
Birçî … bê Şîv xew dikin
Çend keştiyên rizyayî
Ber bi mirnêve di çin
Çend perwane
Di nav qîlên barçemokan de
Di lerizin …!
Hey Şev
Çend sitêrên nû
Ji welatê çiyan
tev li sitêran dibin …
min bi wêneyên xwe nexapîne
ma evîndar
di bejna tede hene
an rû li ken peydadibin
û ger peydabibin
ew kîne …?
Sibê tê biçe … hey Şev
Û ger tu biçe
Çi bîranînan ji rojêre bêjim …
Ji bilî
Çîrokên cin û lawiran
Û reŞkên
Di bejna tede min dîn kirin
Ta min bawerkir
Jiyan hemû
mîna tariya te tariye
çi bîranînan ji rojêre bêjim
Hey Şev …?
Dengê giriyê birçiyan dikim
Dengê poŞmaniya keŞtiyan dikim
Dengê ahîna perwaneyan dikim
Dengê …liv liva
Agirê sitêran dikim
Tu pir giran bûye hey Şev
Bê reng û bê bîn bûye
Mizgîna azadiyêye
Tê biçe hey Şev
Tê b… i … ç… e …!

ليست هناك تعليقات:

إرسال تعليق